Kehniya Zimanê Kurdî
24 Ağustos 2011 Çarşamba
KOMAN (TOPLUM) A TIRKÎTIYÊ
Dixwazim dikara rastiyek pir nayê bilêv kirin û bûyî heriya bingehîn ya çêbûna Komana Tirk bikim. Biramana min, heke ev rastî ya dilxwede birayê me yên cîran baş newe têgihiştin û em Kurd, vê rastiya tirkan di guhê xwe de nekin guhar emê tu carî nikaribin xwe ji bêbextiyên wan rizgar bikin. Ji ber kû binyata Komana tirk li ser vê hatiye ava kirin û ev rastî ji bû wan di qewlê nebe nabe de ye.
Pêdivî bê nîne em zêde dakevin kûrahîya dîroka Kurd û tirkan û wan beramber bikin. Yên kêmekî çav li Parêznameyên Serok Apo gerandîn vê dizanin. Em çiqas hewlek bê eman jî bidin emê nikaribin wekî di Parêznameyan de birêkûpêk, zelal û hunandî rayêxin berçavan. Lê, boyer, qewmîn û serbûriyên vê dîroka têr êş û dirêj rastiyek rastiya wê bê guftûgo derxistiye holê. Ew jî eve; binyata Komana tirk, li ser dizî, talan, qir kirin û bêbextiyê hatiye ava kirin. Komanek bê kêr û xwereye. Kêrî afirandin û hilbrînê nayê. Wan, bi hêza xwe, bixwêhdana eniya xwe, bikeda destê xwe tu carî tiştek ne afirrandine. Her tim di konên peritî de, li ser pişta hespan, li nêçîrekî gerane. Li dizî yekî, li talan kirina keda hin din gerane. Evê rastiyê, dikesîtî bûyîna wan de jî û di komanbûyîn wan de jî hestîbûyînek pêkaniye. Ji vê sedemê ye kû komanek pir qumplekse. Jixwe ne bawere, refleksên wan yê xwe parastinê pir xwirtin. Ji ber kû ne ew parîyê di devê wan de keda waye, ne ew warê li ser danîn welatê waye û ne jî ew navê li xwe kirîn. Genên tirkîtî yê, dizî, qir kirin, talan û bê bextiye. Ne ji xwede gelê herêmê wekû “Kerdiz” binav kirine.
Jêdera harîtî ya wan, rika dirêj kirina vî şerî qumpleks û bixwe ne bawer bûyîna wa ye. Ev jî ne pirsgirêka kesî-partî an jî komkî ye, ev pirsgirêkek komanî ye. Ji genên bûyîna tirkîtiyê têne. Tirsa wan, winda kirina keda Kurda ye. Ji ber kû refleksên şekil dayîn hêst û hişa wan eve. Naxwazin embara zexîra xwe, jêdera jiyana xwe winda bikin û dubare li konên xweyê peritî û li hespên û kerên xwe bizivirin. Ji ber kû ew baş dizanin; ne di ava kirina vî welatî de, ne di xwedî bûyîna vê dewlemendiyê de û ne jî di qezinc kirina vî navî de bi qasî misqala zir keda wan nîne.
Qet ji bîra min naçe; 22 Adar 1992’ê yê, Gelê Nisêbînê xwest meşek demokratîk bike. Bi qasî hezarûpênçsed, du hezar kes li ser Pira Şehîdan kombûn. Panzêra li pêş koma mirovên li ser pirê gulebaran kir û ya li paş jî da ser keleşên li erdê. Êvara heman rojê wezîrê karê hundir yê demê Îsmet Sezgin derket pêşya kamaran û wisa got: “ Li Nisêbînê komek terorîs bi çekên lole dirêj û bi rokêtavêjan êrîşê leşkerên me kirine û di encama pevçûnê de şazdeh terorîst bi çekên xwe ve mirî ketine dest û bîstûpênç terorîst jî bîrandar hatine girtin.”
Niha dixwazim bipirsim; di navbera Tayîp Erdoxan û Îsmet Sezgîn de çi ferq heye? An jî di navbera hukmeta Îsmet Sezgîn Wezîrê wê yê karê hundir û Erdoxan Serok wezîrê wê de çi cudatî heye? Qet!....Îsmat Sezgîn jî zarokên li ser Pira Şehîdan di bin panzerande perçe perçe bûyîn wekû terorîs îlan dikirin û Tayîp Erdoxan jî zarokên bi şovek mezin destê wan li pêşya kamara tên şkandin û zarokên di hêmbêza dayîka xwe de bi rokêtên balefirên wan dibin xwelî terorîst îlan dike. Ev pirsgirêkek ne Erdoxanî ye, ne Îsmetî ye. Ne jêdera xwe ji dînîtîya Kemal’ê Dîn yê qirkerê Gelî yê Zîlan û ne jî ji hişê Abdullah Alpdoxan’ê katilê Dêrsim’ê digre. Ev, jêdera xwe ji qumpleksa tirkît ya tirkên spî digre.
Divê em Kurd çi bikin?
Divê biteybet ciwan û jinên kurdan, xwe ji nirxên wekû netewî têne binav kirin, yên ev tirkîtîya diz, talanker û bê bext li ser bilind bûyî bi awayek rast rizgar bikin. Nabe, nirxên dagirkerekî bibin nirxên gelê dagir kirî yên hevpar. Ziman, çand, spor, huner û w.d jî di nav de divê em xwe ji van nirxên bê merîs rizgar bikin.
Ne ji xwede Serok Apo li ber her peyva ‘Exlaq’ wekî paşnavê wê ‘polîtîka’ jî daniye. Gelê Kurd, afirandinek ya Serdema Neoloyîke. Di eksena hêstên dayîk, hêstên jinê de şekil girtiye. Ka, çawa dizî, talan, çavberdana kedê yêk din şekil daye tirkîtî yê, wisa jî dilfirehî, merdîtî û parvevantî yê şekil daye kurdîtî yê. Ev du tezên dijî hevin. Heke sertezek jêre were peyda kirin herhalde ya bibe îcada herî mezin ya sosyolojîyê.
Ew jî Parêznameyên Serok Apo ne!
21 Ağustos 2011 Pazar
Pîrek
PÎREK
Bûyîna Koman (toplum)a Kurd ya di xeta jinê de goftugoyê bi xwe re nabe. Kevana zêr ya kû çepera di navbera Zaxros û Torosan de pêktîne bê gomane kû afirandinek ya dayîka komkirvan û şopvanên wê yên mezin Xwidawendên Stêr’in. Hemabêje piranîya zaneyên bihes (duyarli),dîrokvan û rewşenbîrên bi vê qadê ve têkildar di vê nêrînê de hemfikrin.Dabaşa me ya esîl kû ya ez dixwazim bi vê nivîsandinê rayêxim berçavan, bê goman ne di rastiya Komana Kurd de rol û girîngiya jinê ye. Çiqas pêve têkildar jî be, lê cudaye. Ya ez dixwazim bigrim dest; wekû biwêj wateya peyva ‘pîrek’e. Bîra me hemûyan tê kû ji berîya Tevgera Azadiyê di nav komana Kurd de ji peyva ‘jin’ zêdetir peyva ‘pîrek’ dihat bikaranîn. Heta di roja me de jî di nav civakê de ev wisaye. Bi Têkoşîna Azadiyê re biwêja ‘pîrek’ hêdî hêdî cihê xwe ji biwêja ‘jin’ re hişt û ket rêza duyem. Heta em dikarin bêjin; di roja me de, di sazî û dezgahên bi teybet nêzî Tevgera Azadiyê de êdî bikar anîna biwêja ‘pîrek’ wekû hevwateya peyva xwilamtî, rebentî, jiniktîyê tê pejirandin. Êdî ji aliyê jinekî ve nayê qebul kirin kû wekû pîrek were binav kirin.
Di dîroka komanan de ji zimanê nîşanan derbûzbûyîna zimanê simge bigre û heya bi forma civakîya yekem qilanan, biwêj xwedî nirx û girîngiyek jênegere. Komanên biwêjbûyîna xwe pêk ne anîn, wekû koman di dika dîrokê de cêh ne girtine. Her hebûn bi biwêjekî, bi bêjeyekî hatiye binav kirin û bi wî navî hatiye nas kirin. Ev di hemû zimanan de derbazdare. Lê, di zimanê kurdî de kû wekû zimanê mak, mena bingehîn tê pejirandin; ev rastî xwedî wateyek pir cudatire. Zimanê Kurdî, ji sedema kû zimanê cara yekem ji zimanê nîşanê derbazbûyîna zimanê sîmge bi wî pêkhatiye û di qada dîrokê de wekû zimanê simge yê ewil tê pejirandin, zimanek xwezayiye. Ankû tenê ji bû nesneyek were nas kirin nav lê ne hatiye kirin. Ankû li gorî karkirin, bikaranîn û xweza nesnê, an jî wê hebûnê nav lê hatiye kirin. Bi lêvkirinek din, di zimanê Kurdî de her hebûnê navê xwe zaye. Jixwe ya em dibêjin ‘xwezayî’ eve. Ankû navê xwe ji xwe ristiye. Her çiqas dabaşa me vekolîna biwêja jî be bê goman ne rêzimane. Bê gomane kû Komana Kurd komanek di xet û eksena jinê de pêk ahtiye û pêş ketiye. Komana mêrdesthilatdar ya kû ev pênç hezar sale tajo, bê gomane kû bandorek mezin li Komana Kurd jî kiriye. Bi teybet bi fetha İslamiyetê re ev rastî li hemû herêmên Kurdistan’ê rûniştîye. Lê, ligel hemû kedxwarî, mijokdarî û zordarîya zilamê desthilatdar bermayiyên toreya ‘Pîrek’ê di Komana Kurd de nehatin jêbirin. Raste. Dibekû ji pir komanan zêdetir zextên stûr di nav kurdan de jî li ser jinê hatibin bikaranîn. Lê, tu carî ev wekû ziravtîyên şerê teybet yê kapîtalîzmê bisîstematîk ne hatiye ajotin. Bê goman sedemên wêyên kûr hene. Bidîtina min; dûr mayîna Komana Kurd ya ji desthilatdariyê jî yekser bi vê rastîyê ve girêdayiye. Ji Gotiya bigre heya Hûrî- Mîtanî, Medya û heya bi rojame tu carî Kurdan tenê ji bû desthilatdarîyê, an jî desthilatdariyek yek kesî û xwirî mêr ava nekiriye. Û xalek din ya balkêş jî eve; di tevayê dîrokê de Kurd bûne kelemê ber pozê cangîran û cangîrên herî mezin yê dîrokê jî têkbirine. Sûmer, Aşûr û Împetetortîiya Îskenderê Mezin çend mînakên vê rastîyêne. Ya xerîb eve kû împeretortiyên cangîr yên herî mezin xwirimandine, lê tu carî çav bernedane xaka ji wê împeretortiyê vale mayî. Di binyata tevayê van rastîyan de ligor min, têgîn û toreya hêstên dayika kokirvan û Xwidawenda Stêr heye. Ev hemû pir vekirî didin diyar kirin kû Komana Kurd bi deh hezaran sal ji aliyê jinê ve hatiye birêvebirin û jiyan kirin. Mînakên vê rastiyê di roja me de jî zindîne. Nimûne; di pevçûnek ya mirovan de, ji bû rawestandina wan pêsîra xwe qetandina jinê. Dîsa, çaxê kû em têde jiyandibin xwidê = dirav tê pejirandin. Ankû dirav desthilatdarek bê gofttugoye. Di cîhanê de wekû mînakek bê emsale kû diravên Kurdan di destê jinê dene û w.d em dikarin vê rêznavê pir dirêjtir bikin.
Me got: Zimanê Komana Kurd zimanek ji xwe dizê û xwedî teybetiyên ewiliye (ilk). Zimanek koke û zimanê jiyanê ye. Tenê ji bû tiştek were nas kirin nav lê nehatiye kirin. Di heman demê de wê nesnê, wê hebûnê navê xwe bi xwe zaye. Rastiya biwêja xwezayî jî jêdera xwe ji vêdê digre. Niha ev dane hemû eşkere diyar dikin kû bibiwêjbûyîn di her zimanî de girînge. Ji girîngiyê jî wêdetir nebe nabeye. Jiber nexweşiyên gelê dagirkirî mixabin heya îro me Kurdan biwêjbûyîn ligor nirxê pêwîst girîngî nedayiyê. Me got: Kok ji cem me çûye û gelên din li ser koka peyva me ligor devoka xwe kêmekî guhertine û pir caran dubare me jî devoka wan bikar aniye. Mînak; stêra me Îngilîzan kiriye ‘’star’’, an jî Akadiya kiriye ‘’eştar’’. Xerîbiyek pêkenoke kû li cihê em ‘stêr’a xwe rast bibiwêj bikin, bêkû zêde em liser raman bibin pir bihêsanî em jî devoka wan bikar tînin.
Ev rastî û dane diyar dikin kû bi teybet di zimanê Gelê Kurde tu biwêj bê wateyek kok û bingehîn nehatine bikar anîn. Heke ‘jin’ biwêjbûyîna nas kirina jinê be kû Pêşeng Apo girêdana Jin û jiyanê pir spehî bi heve hûnandiye û rastiya wê goftugoyê bi xwe re nabe, ‘pîrek’ çiye? Kurdan çima li gel bêjeya ‘jin’ pêwîstî bi biwêjbûyînek wekî ‘pîrek’ dîtine? Ev biwêj û pir biwêjên wekî vê çaverêyên watedayînêne.
Di zimanê Kurdi de ‘pîr’ wateya serbûrîtî, dirêj jiyanbûyîn û têr hişe (akil). Niha jî ji kesê têr temen re tê gotin; ‘pîr, bavêpîr û dapîr’. Heta di nav Kurdên Êzidi û Elewî de peyva ‘pîr’ têr watetir tê bikar anîn. Kesên kêmekî eleqeder, baş dizanin kû di Serdema Neolotîk û ji berya wê de, di nav qlanê de kesên herî temen dirêj wekû birêber dihatin bijartin. Heke Serdema Neolotîk hem di aliyê jiyanê de û hem jî di aliyê birêvebirinê de afirandinek ya jinê be û wê demê ji kesên pêşvan û pêşeng re ‘pîr’ hatibe gotin: û di zimanê kurdî de dema pêşgira ‘’yêk’’ were pişt bêjeyê dibe ‘’ek an jî êk’’ ankû ‘’yek pîr = pîr – ek’’. Wê demê em çima raman nabin; ya malê, ya zarokan xwedî dike û civakbûyînê pêktîne ‘ jine’ û ya di karê sazî û dezgahan de cêh digre ‘Pîreke’. Bi gotinek din; di biwêjbêyîna zimanê kurdî de navê zayenda mê ya civakî ‘’jine’’ û yê sîyasî jî ‘’pîreke’’.
Bi komana bavhêzdar (babaerkil) re aliyê jinê yê sîyasî ketiye û ev bêjeya navê rêvebir yê jinê jî bêgomane wate guhertiye. Heta wekî pir biwêjan di roja mede hatiye rewşek wisa kû xwediyê wê jê bireve û şerm bike. Li gor min , ev têgîn yekser girêdayî têgîna komana zilam desthilatdare û mixabin heya bir roja me jî bandora xwe bi awayek bişewat di domîne. Ji bû girîngiya ez didimê, dixwazim dubare bikim; jibû min ev rastî goftugoyê bi xwe re nabe; jin, navê pîrekê yê civakîye û pîrek jî navê jinê yê sîyasîye.
Hewar GABAR
20 Ağustos 2011 Cumartesi
LI SER ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ ÇEND PEYV
LI SER ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ ÇEND PEYV
Zimanê Kurdî, zimanê jiyanê ye, zimanek pratîke. Di xeta birêvebertiya jinê de pêşketiye. Ev jî aliyê wî yê bi kedê ve nîşan dike. Zimanê, hilberînêye, yê xweayê ye.
Li gor encamê lêkolînên min yên dawî qeneetamin, elfebaya zimanê kurdî ya latînî ne ji Celadet Bedirxan destpê kiriye. Zimanek evqas birêkûpêk, li gor tîpên latînî hatî danîn û hemû ziravtiyên wî li gel evqas asîmîlasyon, zext û qedexe kirinê xwe paratî nabe ji bery apêncî salan hatibe amede kirin. Misoger, demek dirêj bi zimanê Kurdî, tîpên latînî perdeyek bilind û birêkûpêk hatiye dayîn.
Ya ez dixwzim kifş bikim eve; her tişt, ema her ziravtiya zimanê Kurdî hatiye rêkûpêk kirin. Ya ji me re dikeve di encamê dagirî û asimîlasyonê de peyv û distorên hatîn winda kirin dubare peyda kirine. Nixwe wekî dilxwede hin ferhengnivîs û zimanzanê nû ji çep û rast peyvên ecêp peyda kirin qet ema qet ne pêwîste û qetil kirina zimanê meye.
Ev koka dikara wê tê kirin, li herêma me xwe parastiye. Ji wê sedemê ye karê me li gor yekî Amedî, Mêrdînî, an jî Êlehî pir hêsantire. Ew Kurdî nû fêr dibin û ji sedema guhdarî kesî jî nakin xelet fêr dibin. Ev pirsgirêka me nîne, tenê em bikaribin xwe ji bandora wan rizgar bikin û vegerên kevna xwe.
Wekî hûn jî dizanin, ziman di laboratuwaran d nayê ceribandin, karê mantiqêye. Tu çiqas bi karbînî ewqas pêş dikeve. Di aliyê ziman de kêmasîya herî mezin ya me, biteybet di dema Tevgera Azadî de, kesên bi van karan ve mujûlbûyîn û dibin, ew kesên li metrapolên dagirkeran xwendîn, jiyan dibin û herî zêde ji asîmîlasyonê bandor bûyîne. Di rastiyê de têkîlîya van kesan biçand û zimanê Kurdî re pir kême. Orjînalîta wan hemabêje ne Kurdiye. Dibêjîqey Zimanê Kurdî ji nû ve diafirînin, an jî lê nêrînek wisa dethilatdare. Ev jî dibe sedem peyv û quralên jiberxwe çêkirî her roj dertêxin û dibin sedemê xira kirina ziman. Wekû popîlîzma qada vale derdikevin holê û bidîtinamin ji feydê pir bêhtir ziyanê didin zimanê me. Bixwe çar biçar tirkî dihizirin, karên xwe yên rojane bi tirkî dikin, zarokên wan bikurdî nizanin û Kurdiya ew bixwe jî dizanin teng bûye û jiçend peyvan pêktê. Jivê sedemêye kû îro dilxwede zimanê dibêjin “akedemîke” ji çend peyvên eletewş pêktê û xwe îfade kirinê de zorî tê kişandin. Dilxwede bivî aayî tevlîbûnê ji Tevgera Azadî re dikin.
Ji nûçe çêkirinekî bigre heya bi bernameyek ya televîzyonê, heta em dikarin bêjin heya bi dîyaloqek asayi de jî destpêkê di serê xwe de peyvê, hevokê bi tirkî saz dike û vedigerîne Kurdî. Ev jî zimanek seqet û jihev ketî tîne holê. Ji ber vê ye, pêşkêşvanek, teorîsyenek an jî nivîskarek baş heya niha bi zimanê Kurdî derne ketî yeholê.
Ya ji hemûyan girîngtir jî ziman ji zarokatiyê destpê dike. Wisa piştî 40, 50 saliya temenê xwe kes nikare ji sifirê bibe zimanzan û tevlîbûnek erênî bike. Bibe, bibe yê seqetî û tevlîhevuyên roja me derxîne.
Wekî min li jor jî eşkere kirî, tespîtên ez gihatîmê pir hêsanîne.
Wekû Mînak; amrazên navber yên zimanê Kurdî kifşin.
Nimûne; “ Endama desteya giştî” ji sedema saziya desteya dabaşa gotinê nehatiye diyar kirin,ji amraza navber “ya “ yê “y” ketiye û nîşana ‘mê’ “a” wekû pêvek hatiye bikaranîn.
Ya dixwazim bêjim eve: di zimanê Kurd de ji bilî amraza girêdanê “ û” yê tu tîp bi tenê ( biserê xwe) nayên nivîsandin.
Wekî hin nivîskarên meyên dilxwede navdar dinivîsin; ne “endam a giştî” ye, “Endama” an jî “ endamê” ye û nîşana “nêr” û “mê”, a,ê” jî wekû pêvek (pêve) tê nivîsandin.
Dîsa dengê tîpan jî şaş tê bikaranîn;
Mînak: “u” ya dengkurt dengê wê yê axaftinê diçe qirikê “ gund, gul, Kurd, qut û w.d”.
“û” ya dengdirêj, diherike û lêvan têxe cû; “çû, bû, dûr, kûr, zûr, bûk, bûra û w.d”.
“o” ya dengstûr; di zimanê Kurdî de li gor ‘û,u’ kêmtir tê bikar anîn û tîpa pişt xwe stûr dike, lama diwerimîne; “ gol, zor, boyer, zarok, serok, zozan, zom dor” û w.d.
Mînak; “dor, dûr, dur” her yêk ji van peyva xwdî wateyek cudaye. Tu cihê yêk “u “yî bi guherî wateya peyvê bi tevayî dikeve û dibe sedemê tênegihiştinê.
- Derdorên me yên dinivîsîn, hemû amrêza “kû” wekû ”ku” bikartînin û li gor dîtina min şaşe. Ya raste “kû” ji berkû “kû” ji dev derdike ve.
- Ya din jî “dê were, wê wer.” An jî “ê were.” Bi dîtina min “ê were” kurt kirina peyvê jî be li gorî wêjeyê şaş û devokiye.
- “dê” di zimanê kurdî de tenê jibû’dayîkê’ tê bikaranîn û wekû timamkera peyvê nayê bikaranîn.
- “wê” jî bernavê û di cihek din de di wateyek dimn de nayê bikaranîn.
- Ya rast “ ya were” an jî “yê were.” Wekû bala we kişandî “nêr” û “mê” ya wê jî diyare. Kirde veşartiye, lê dîsa jî “nêr” û “mê”ya wê kifşe.
- “ya were” ya tê “mê” ye, “yê were” yê tê “nêre”.
Ziman bi qural û qaîda pêş dikeve. Quralek li ser hemû wêjeyê divê were bikaranîn. Na, li vêdê wisa ye li serek din ne wisaye wekî hûn jî dizanin nabe.
- Dîsa dikaranîna “ bûyîn” û kirinû” de tevlîhevî heye;
- Wekû mînak; derdora me dibêjin “min jiyankir” ankû qest, kesê yêkeme. Li vêdê “bûyîn” û kirinê” de tevlîhevî heye. Kes bi “bûyîna” xwe “dike.” Heke kes “nebe” yê/ ya çawa “bike?” hevok eve; “ Min li Êleh’ê jiyan dikir.” Şaşe. Ya rast: “ Ez li Êleh’ê jiyan dibûm.”
- Kesê yêkem:“har dbûm, sar dibûm” şad dibûm” ra dibûm” û w.d. Kesê duyem, an jî sêyem: “ har dikir, sar dikir, şad dikir, ra dikir û w.d.
- Hin derdor jî “ dijîm” bikartînin. Ev bi giştî ne xelet jî be li gor quralên ziman kêm seqete. Her sê demên bingehîn yê ziman lê nayên bar kirin.
- Dem: “ jiyandibûm (demê bûrî), jiyandibim (demê niha), jiyan bibim (demê were).
- “jiyan dikim” ji bû kesê duyem/ sêyem tê bikaranîn. Mînak; “min li Dihê Gabar jiyan dikir.” Bi hêz û taqeta xwe û bi mal û pereyên xwe min kesê dabaşa gotinê jiyan dikir. Heke ez tunebûma wî ne dikarî li wêdê jiyan bibe.
- Dîsa bi dîtîna min seqetiya herî mezin di “van+tî” yê de jiyan dibe.
- Mînak: “Gavan, Gavantî” an jî “gavanî”, şivan, şivantî” an jî şivanî.” Nêçîrvan, nêçîrvantî” an jî “nêçîrvanî”
- Niha “ga+van” karê kesekî dide diyar kirin.
- “Ga+van+tî” karekî giştî dide diyar kirin.
- “ga+van+î” aidiyeta wî karî dide diyar kirin.
- Wekû mînak; “ karêmin gavantî ye. Ez gavanim. Ev tevgerek gavanî ye.
- Di kurdî de, bigiştî “ van” li gor peyvê carna “ ker”û “ger” pêveka karin. “Mend” jî heye bes îstîsnaîye, ne qaîdeyî ye. Nimûne; “ Hunermend,hişmend” û w.d.
- Li vêdê ya wêjevanê me qet nayêxin hesabde, “î” ye. “î” aidiyeta kes ya cihekî, an jî aidiyeta tiştekî ya kes dide diyar kirin (tirkiya wê “sel,sal”e.
- Mînak; “ Ev peyvek Apoî ye ( bu Aposel bir kelimedir).” Li vêdê tîpa “î” aîdiyeta peyvê dide diyar kirin.
- Me got: aîdiyet di navbera xwe de dibe du beş; yêk aîdiyeta kes ya ware, yêk jî aîdiyeta peyvekî, tiştekî, an jî tevgerekî ya kese.
- Mînak; “gund + î” an jî “hêst + î”. Gundî , aîdiyeta kes ya gund diyar dike, “hêstî” jî aîdiyeta hêstan diyar dike. “ Ew mirovek gundiye. Tu mirovek hêsti yî.” Li drdora me “hêst” wekû “hest” bikartînin. Raman bibe; heke em “î” yê li “hest” barbikin ya bibe “hestî” û wateya “hestî jî di zimanê me de kifşe.
- Mînakek din: “bajarî, mêranî” û “ bajartî, mêrantî.” Ya destpêkê aîdiyetê dide diyar kirin, ya duyem jî karê giştî.
- Li ser peyvek di demê dawî de navdar dixwazim mînakekî bidim.
- “Em xweseriya Demokratîk dixwazin” şaşe. Li vêdê “t” hatiye daqurtandin û wateya peyva bingehîn (xwesertî) yê hatiye guhertin.
- Ya rast “Em xwesertiya Demokratîk dixwazin.”
- Xweserî aîdiyeta Xwesrtiyê kifş dike.
- Mînak; “Ev rêvebertî xweserîye ( bu yönetim özerkseldir).”
- Mînakek din; “Girîngî.” Li gor min ne girîngîye “ girîngtî”ye. Min got ya: qural û qaîdên heyîn divê li ser tevayê hevok û peyvan were bar kirin.
- Nêrîna li cem me desthilatdar; “ Na, wisaye lê, wisa jî dibe” bidîtina min ev nêrînek bêkêr û ji nezanînê jêdera xwe digre. Wê demê ziman wekî kevin yê bibe zimanê axaftinê, nabe yê nivîsandinê. Qanûn û quralên zimanê nivîsandinê hene. Jixwe yê Kurdiyê bi zêdahî pêşyên me kifş kirine. Tenê em bikaribin kêmekî serê xwe biwestînin kifş kirina wan qet jî ne zehmete.
- Mînakek din; em ji ‘Birêycîtîya’ tirkî re “ Ezezî” bikartînin. Heke qural û qaîdê ziman hemanbin wê demê ne “ezezîye, ezvantî ye.” “ezvan, kesvan û w.d. Îstîsna hene, di hemû zimanan de hene. Lê, nabe zimanek hemû îstîsnabe.
- Mînak; derdora me ji “duyarlîlîka” tirkan re “hestyar” dibêjin. Başe “yar” di zimanê kurdî de hes kirine. “Hest” jî em “duygu” qebul bikin, wê demê “hes kirina hestan” derdikeve holê. Tu bi qedrê Apo kî; çi eleqeya vê peyvê û wateya bikartînin bi hev re heye?
- Min gotya: Kêmasiya lêkolînê û ji xwe razîbûn heye. Nixwe eve Melayê Cizerî. Zilam ji berya niha 500 sala jiyanbûye û em hemû wekû zimanzan û zanyarek mezin dipejirînin. Wekî Celadet ne ji berya 50 salaye jî.
- Zilam di pirtûka xwe de ji “duyarlîlîkê” re gotiye “bihes” ji duyarsizîîyê re jî gotiye; “nahes”. Koka peyvê jî raste. “hes, hîs” ji bihîstinê tê. Daçeka “ bi” dikeve dibe “hes” an jî “hîs”.
H. GABAR
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)