21 Ağustos 2011 Pazar

Pîrek




                                                                    PÎREK
         
                                                                                                              
                                                                                                                                                                     

   Bûyîna Koman (toplum)a Kurd ya di xeta jinê de goftugoyê bi xwe re nabe. Kevana zêr ya kû çepera di navbera Zaxros û Torosan de pêktîne bê gomane kû afirandinek ya dayîka komkirvan û şopvanên wê yên mezin Xwidawendên Stêr’in. Hemabêje piranîya zaneyên bihes (duyarli),dîrokvan û rewşenbîrên bi vê qadê ve têkildar di vê nêrînê de hemfikrin.Dabaşa me ya esîl kû ya ez dixwazim bi vê nivîsandinê rayêxim berçavan, bê goman ne di rastiya Komana Kurd de rol û girîngiya jinê ye. Çiqas pêve têkildar jî be, lê cudaye. Ya ez dixwazim bigrim dest; wekû biwêj wateya peyva ‘pîrek’e. Bîra me hemûyan tê kû ji berîya Tevgera Azadiyê di nav komana Kurd de ji peyva ‘jin’ zêdetir peyva ‘pîrek’ dihat bikaranîn. Heta di roja me de jî di nav civakê de ev wisaye. Bi Têkoşîna Azadiyê re biwêja ‘pîrek’ hêdî hêdî cihê xwe ji biwêja ‘jin’ re hişt û ket rêza duyem. Heta em dikarin bêjin; di roja me de, di sazî û dezgahên bi teybet nêzî Tevgera Azadiyê de êdî bikar anîna biwêja ‘pîrek’ wekû hevwateya peyva xwilamtî, rebentî, jiniktîyê tê pejirandin. Êdî ji aliyê jinekî ve nayê qebul kirin kû wekû pîrek were binav kirin.
   Di dîroka komanan de ji zimanê nîşanan derbûzbûyîna zimanê simge bigre û heya bi forma civakîya yekem qilanan, biwêj xwedî nirx û girîngiyek jênegere. Komanên biwêjbûyîna xwe pêk ne anîn, wekû koman di dika dîrokê de cêh ne girtine. Her hebûn bi biwêjekî, bi bêjeyekî hatiye binav kirin û bi wî navî hatiye nas kirin. Ev di hemû zimanan de derbazdare. Lê, di zimanê kurdî de kû wekû zimanê mak, mena bingehîn tê pejirandin; ev rastî xwedî wateyek pir cudatire. Zimanê Kurdî, ji sedema kû zimanê cara yekem ji zimanê nîşanê derbazbûyîna zimanê sîmge bi wî pêkhatiye û di qada dîrokê de wekû zimanê simge yê ewil tê pejirandin, zimanek xwezayiye. Ankû tenê ji bû nesneyek were nas kirin nav lê ne hatiye kirin. Ankû li gorî karkirin, bikaranîn û xweza nesnê, an jî wê hebûnê nav lê hatiye kirin. Bi lêvkirinek din, di zimanê Kurdî de her hebûnê navê xwe zaye. Jixwe ya em dibêjin ‘xwezayî’ eve. Ankû navê xwe ji xwe ristiye. Her çiqas dabaşa me vekolîna biwêja jî be bê goman ne rêzimane.  Bê gomane kû  Komana Kurd komanek di xet û eksena jinê de pêk ahtiye û pêş ketiye. Komana mêrdesthilatdar ya kû ev pênç hezar sale tajo, bê gomane kû bandorek mezin li Komana Kurd jî kiriye. Bi teybet bi fetha İslamiyetê re ev rastî li hemû herêmên Kurdistan’ê rûniştîye. Lê, ligel hemû kedxwarî, mijokdarî û zordarîya zilamê desthilatdar bermayiyên  toreya ‘Pîrek’ê di Komana Kurd de nehatin jêbirin. Raste. Dibekû ji pir komanan zêdetir zextên stûr di nav kurdan de jî li ser jinê hatibin bikaranîn. Lê, tu carî ev wekû  ziravtîyên şerê teybet yê kapîtalîzmê bisîstematîk ne hatiye  ajotin. Bê goman sedemên wêyên kûr hene. Bidîtina min; dûr mayîna Komana Kurd ya ji desthilatdariyê jî yekser bi vê rastîyê ve girêdayiye. Ji Gotiya bigre heya Hûrî- Mîtanî, Medya û heya bi rojame tu carî Kurdan tenê ji bû desthilatdarîyê, an jî desthilatdariyek yek kesî û xwirî mêr ava nekiriye. Û xalek din ya balkêş jî eve; di tevayê dîrokê de  Kurd bûne kelemê ber pozê cangîran û cangîrên herî mezin yê dîrokê jî têkbirine. Sûmer, Aşûr û Împetetortîiya Îskenderê Mezin çend mînakên vê rastîyêne. Ya xerîb eve kû împeretortiyên cangîr yên herî mezin xwirimandine, lê tu carî çav bernedane xaka ji wê împeretortiyê vale mayî. Di binyata tevayê van rastîyan de ligor min,  têgîn û toreya hêstên dayika kokirvan û Xwidawenda Stêr heye. Ev hemû pir vekirî didin diyar kirin kû Komana Kurd bi deh hezaran sal ji aliyê jinê ve hatiye birêvebirin û jiyan kirin. Mînakên vê rastiyê di roja me de jî zindîne. Nimûne; di pevçûnek ya mirovan de, ji bû rawestandina wan pêsîra xwe qetandina jinê. Dîsa, çaxê kû em têde jiyandibin xwidê = dirav tê pejirandin. Ankû dirav desthilatdarek bê gofttugoye. Di cîhanê de wekû mînakek bê emsale kû diravên Kurdan di destê jinê dene û w.d em dikarin vê rêznavê pir dirêjtir bikin.
Me got: Zimanê Komana Kurd zimanek ji xwe dizê û xwedî teybetiyên ewiliye (ilk). Zimanek koke û zimanê jiyanê ye. Tenê ji bû tiştek were nas kirin nav lê nehatiye kirin. Di heman demê de wê nesnê, wê hebûnê navê xwe bi xwe zaye. Rastiya biwêja xwezayî jî jêdera xwe ji vêdê digre. Niha ev dane hemû eşkere diyar dikin kû bibiwêjbûyîn di her zimanî de girînge. Ji girîngiyê jî wêdetir nebe nabeye. Jiber nexweşiyên gelê dagirkirî mixabin heya îro me Kurdan biwêjbûyîn ligor nirxê pêwîst girîngî nedayiyê. Me got: Kok ji cem me çûye û gelên din li ser koka peyva me ligor devoka xwe kêmekî guhertine û pir caran dubare me jî devoka wan bikar aniye. Mînak; stêra me Îngilîzan kiriye ‘’star’’, an jî Akadiya kiriye ‘’eştar’’. Xerîbiyek pêkenoke kû li cihê em ‘stêr’a xwe rast bibiwêj bikin, bêkû zêde em liser raman bibin pir bihêsanî em jî devoka wan bikar tînin.
Ev rastî û dane diyar dikin kû bi teybet di zimanê Gelê Kurde tu biwêj bê wateyek kok û bingehîn nehatine bikar anîn. Heke ‘jin’ biwêjbûyîna nas kirina jinê be kû Pêşeng Apo girêdana Jin û jiyanê pir spehî bi heve hûnandiye û rastiya wê goftugoyê bi xwe re nabe, ‘pîrek’ çiye? Kurdan çima li gel bêjeya ‘jin’ pêwîstî bi biwêjbûyînek wekî ‘pîrek’ dîtine? Ev biwêj û pir biwêjên wekî vê çaverêyên watedayînêne.
   Di zimanê Kurdi de ‘pîr’ wateya serbûrîtî, dirêj jiyanbûyîn û têr hişe (akil). Niha jî ji kesê têr temen re tê gotin; ‘pîr, bavêpîr û dapîr’.  Heta di nav Kurdên Êzidi û Elewî de peyva ‘pîr’ têr watetir tê bikar anîn. Kesên kêmekî eleqeder, baş dizanin kû di Serdema Neolotîk û ji berya wê de, di nav qlanê de kesên herî temen dirêj wekû birêber dihatin bijartin. Heke Serdema Neolotîk hem di aliyê jiyanê de û hem jî di aliyê birêvebirinê de afirandinek ya jinê be û wê demê ji kesên pêşvan û pêşeng re ‘pîr’ hatibe gotin: û di zimanê kurdî de dema pêşgira ‘’yêk’’ were pişt bêjeyê dibe ‘’ek an jî êk’’ ankû  ‘’yek pîr = pîr – ek’’. Wê demê em çima raman nabin; ya malê, ya zarokan xwedî dike û civakbûyînê pêktîne  ‘ jine’ û ya di karê sazî û dezgahan de cêh digre ‘Pîreke’. Bi gotinek din; di biwêjbêyîna zimanê kurdî de navê zayenda mê ya civakî ‘’jine’’ û yê sîyasî jî ‘’pîreke’’.
Bi komana bavhêzdar (babaerkil) re aliyê jinê yê sîyasî ketiye û ev bêjeya navê rêvebir yê jinê jî bêgomane wate guhertiye. Heta wekî pir biwêjan di roja mede hatiye rewşek wisa kû xwediyê wê jê  bireve û şerm bike. Li gor min , ev têgîn yekser girêdayî têgîna  komana zilam desthilatdare û mixabin heya bir roja me jî bandora xwe bi awayek bişewat di domîne. Ji bû girîngiya ez didimê, dixwazim dubare bikim; jibû min ev rastî goftugoyê bi xwe re nabe; jin, navê pîrekê yê civakîye û pîrek jî navê jinê yê sîyasîye. 

                                                                     Hewar GABAR