LI SER ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ ÇEND PEYV
Zimanê Kurdî, zimanê jiyanê ye, zimanek pratîke. Di xeta birêvebertiya jinê de pêşketiye. Ev jî aliyê wî yê bi kedê ve nîşan dike. Zimanê, hilberînêye, yê xweayê ye.
Li gor encamê lêkolînên min yên dawî qeneetamin, elfebaya zimanê kurdî ya latînî ne ji Celadet Bedirxan destpê kiriye. Zimanek evqas birêkûpêk, li gor tîpên latînî hatî danîn û hemû ziravtiyên wî li gel evqas asîmîlasyon, zext û qedexe kirinê xwe paratî nabe ji bery apêncî salan hatibe amede kirin. Misoger, demek dirêj bi zimanê Kurdî, tîpên latînî perdeyek bilind û birêkûpêk hatiye dayîn.
Ya ez dixwzim kifş bikim eve; her tişt, ema her ziravtiya zimanê Kurdî hatiye rêkûpêk kirin. Ya ji me re dikeve di encamê dagirî û asimîlasyonê de peyv û distorên hatîn winda kirin dubare peyda kirine. Nixwe wekî dilxwede hin ferhengnivîs û zimanzanê nû ji çep û rast peyvên ecêp peyda kirin qet ema qet ne pêwîste û qetil kirina zimanê meye.
Ev koka dikara wê tê kirin, li herêma me xwe parastiye. Ji wê sedemê ye karê me li gor yekî Amedî, Mêrdînî, an jî Êlehî pir hêsantire. Ew Kurdî nû fêr dibin û ji sedema guhdarî kesî jî nakin xelet fêr dibin. Ev pirsgirêka me nîne, tenê em bikaribin xwe ji bandora wan rizgar bikin û vegerên kevna xwe.
Wekî hûn jî dizanin, ziman di laboratuwaran d nayê ceribandin, karê mantiqêye. Tu çiqas bi karbînî ewqas pêş dikeve. Di aliyê ziman de kêmasîya herî mezin ya me, biteybet di dema Tevgera Azadî de, kesên bi van karan ve mujûlbûyîn û dibin, ew kesên li metrapolên dagirkeran xwendîn, jiyan dibin û herî zêde ji asîmîlasyonê bandor bûyîne. Di rastiyê de têkîlîya van kesan biçand û zimanê Kurdî re pir kême. Orjînalîta wan hemabêje ne Kurdiye. Dibêjîqey Zimanê Kurdî ji nû ve diafirînin, an jî lê nêrînek wisa dethilatdare. Ev jî dibe sedem peyv û quralên jiberxwe çêkirî her roj dertêxin û dibin sedemê xira kirina ziman. Wekû popîlîzma qada vale derdikevin holê û bidîtinamin ji feydê pir bêhtir ziyanê didin zimanê me. Bixwe çar biçar tirkî dihizirin, karên xwe yên rojane bi tirkî dikin, zarokên wan bikurdî nizanin û Kurdiya ew bixwe jî dizanin teng bûye û jiçend peyvan pêktê. Jivê sedemêye kû îro dilxwede zimanê dibêjin “akedemîke” ji çend peyvên eletewş pêktê û xwe îfade kirinê de zorî tê kişandin. Dilxwede bivî aayî tevlîbûnê ji Tevgera Azadî re dikin.
Ji nûçe çêkirinekî bigre heya bi bernameyek ya televîzyonê, heta em dikarin bêjin heya bi dîyaloqek asayi de jî destpêkê di serê xwe de peyvê, hevokê bi tirkî saz dike û vedigerîne Kurdî. Ev jî zimanek seqet û jihev ketî tîne holê. Ji ber vê ye, pêşkêşvanek, teorîsyenek an jî nivîskarek baş heya niha bi zimanê Kurdî derne ketî yeholê.
Ya ji hemûyan girîngtir jî ziman ji zarokatiyê destpê dike. Wisa piştî 40, 50 saliya temenê xwe kes nikare ji sifirê bibe zimanzan û tevlîbûnek erênî bike. Bibe, bibe yê seqetî û tevlîhevuyên roja me derxîne.
Wekî min li jor jî eşkere kirî, tespîtên ez gihatîmê pir hêsanîne.
Wekû Mînak; amrazên navber yên zimanê Kurdî kifşin.
Nimûne; “ Endama desteya giştî” ji sedema saziya desteya dabaşa gotinê nehatiye diyar kirin,ji amraza navber “ya “ yê “y” ketiye û nîşana ‘mê’ “a” wekû pêvek hatiye bikaranîn.
Ya dixwazim bêjim eve: di zimanê Kurd de ji bilî amraza girêdanê “ û” yê tu tîp bi tenê ( biserê xwe) nayên nivîsandin.
Wekî hin nivîskarên meyên dilxwede navdar dinivîsin; ne “endam a giştî” ye, “Endama” an jî “ endamê” ye û nîşana “nêr” û “mê”, a,ê” jî wekû pêvek (pêve) tê nivîsandin.
Dîsa dengê tîpan jî şaş tê bikaranîn;
Mînak: “u” ya dengkurt dengê wê yê axaftinê diçe qirikê “ gund, gul, Kurd, qut û w.d”.
“û” ya dengdirêj, diherike û lêvan têxe cû; “çû, bû, dûr, kûr, zûr, bûk, bûra û w.d”.
“o” ya dengstûr; di zimanê Kurdî de li gor ‘û,u’ kêmtir tê bikar anîn û tîpa pişt xwe stûr dike, lama diwerimîne; “ gol, zor, boyer, zarok, serok, zozan, zom dor” û w.d.
Mînak; “dor, dûr, dur” her yêk ji van peyva xwdî wateyek cudaye. Tu cihê yêk “u “yî bi guherî wateya peyvê bi tevayî dikeve û dibe sedemê tênegihiştinê.
- Derdorên me yên dinivîsîn, hemû amrêza “kû” wekû ”ku” bikartînin û li gor dîtina min şaşe. Ya raste “kû” ji berkû “kû” ji dev derdike ve.
- Ya din jî “dê were, wê wer.” An jî “ê were.” Bi dîtina min “ê were” kurt kirina peyvê jî be li gorî wêjeyê şaş û devokiye.
- “dê” di zimanê kurdî de tenê jibû’dayîkê’ tê bikaranîn û wekû timamkera peyvê nayê bikaranîn.
- “wê” jî bernavê û di cihek din de di wateyek dimn de nayê bikaranîn.
- Ya rast “ ya were” an jî “yê were.” Wekû bala we kişandî “nêr” û “mê” ya wê jî diyare. Kirde veşartiye, lê dîsa jî “nêr” û “mê”ya wê kifşe.
- “ya were” ya tê “mê” ye, “yê were” yê tê “nêre”.
Ziman bi qural û qaîda pêş dikeve. Quralek li ser hemû wêjeyê divê were bikaranîn. Na, li vêdê wisa ye li serek din ne wisaye wekî hûn jî dizanin nabe.
- Dîsa dikaranîna “ bûyîn” û kirinû” de tevlîhevî heye;
- Wekû mînak; derdora me dibêjin “min jiyankir” ankû qest, kesê yêkeme. Li vêdê “bûyîn” û kirinê” de tevlîhevî heye. Kes bi “bûyîna” xwe “dike.” Heke kes “nebe” yê/ ya çawa “bike?” hevok eve; “ Min li Êleh’ê jiyan dikir.” Şaşe. Ya rast: “ Ez li Êleh’ê jiyan dibûm.”
- Kesê yêkem:“har dbûm, sar dibûm” şad dibûm” ra dibûm” û w.d. Kesê duyem, an jî sêyem: “ har dikir, sar dikir, şad dikir, ra dikir û w.d.
- Hin derdor jî “ dijîm” bikartînin. Ev bi giştî ne xelet jî be li gor quralên ziman kêm seqete. Her sê demên bingehîn yê ziman lê nayên bar kirin.
- Dem: “ jiyandibûm (demê bûrî), jiyandibim (demê niha), jiyan bibim (demê were).
- “jiyan dikim” ji bû kesê duyem/ sêyem tê bikaranîn. Mînak; “min li Dihê Gabar jiyan dikir.” Bi hêz û taqeta xwe û bi mal û pereyên xwe min kesê dabaşa gotinê jiyan dikir. Heke ez tunebûma wî ne dikarî li wêdê jiyan bibe.
- Dîsa bi dîtîna min seqetiya herî mezin di “van+tî” yê de jiyan dibe.
- Mînak: “Gavan, Gavantî” an jî “gavanî”, şivan, şivantî” an jî şivanî.” Nêçîrvan, nêçîrvantî” an jî “nêçîrvanî”
- Niha “ga+van” karê kesekî dide diyar kirin.
- “Ga+van+tî” karekî giştî dide diyar kirin.
- “ga+van+î” aidiyeta wî karî dide diyar kirin.
- Wekû mînak; “ karêmin gavantî ye. Ez gavanim. Ev tevgerek gavanî ye.
- Di kurdî de, bigiştî “ van” li gor peyvê carna “ ker”û “ger” pêveka karin. “Mend” jî heye bes îstîsnaîye, ne qaîdeyî ye. Nimûne; “ Hunermend,hişmend” û w.d.
- Li vêdê ya wêjevanê me qet nayêxin hesabde, “î” ye. “î” aidiyeta kes ya cihekî, an jî aidiyeta tiştekî ya kes dide diyar kirin (tirkiya wê “sel,sal”e.
- Mînak; “ Ev peyvek Apoî ye ( bu Aposel bir kelimedir).” Li vêdê tîpa “î” aîdiyeta peyvê dide diyar kirin.
- Me got: aîdiyet di navbera xwe de dibe du beş; yêk aîdiyeta kes ya ware, yêk jî aîdiyeta peyvekî, tiştekî, an jî tevgerekî ya kese.
- Mînak; “gund + î” an jî “hêst + î”. Gundî , aîdiyeta kes ya gund diyar dike, “hêstî” jî aîdiyeta hêstan diyar dike. “ Ew mirovek gundiye. Tu mirovek hêsti yî.” Li drdora me “hêst” wekû “hest” bikartînin. Raman bibe; heke em “î” yê li “hest” barbikin ya bibe “hestî” û wateya “hestî jî di zimanê me de kifşe.
- Mînakek din: “bajarî, mêranî” û “ bajartî, mêrantî.” Ya destpêkê aîdiyetê dide diyar kirin, ya duyem jî karê giştî.
- Li ser peyvek di demê dawî de navdar dixwazim mînakekî bidim.
- “Em xweseriya Demokratîk dixwazin” şaşe. Li vêdê “t” hatiye daqurtandin û wateya peyva bingehîn (xwesertî) yê hatiye guhertin.
- Ya rast “Em xwesertiya Demokratîk dixwazin.”
- Xweserî aîdiyeta Xwesrtiyê kifş dike.
- Mînak; “Ev rêvebertî xweserîye ( bu yönetim özerkseldir).”
- Mînakek din; “Girîngî.” Li gor min ne girîngîye “ girîngtî”ye. Min got ya: qural û qaîdên heyîn divê li ser tevayê hevok û peyvan were bar kirin.
- Nêrîna li cem me desthilatdar; “ Na, wisaye lê, wisa jî dibe” bidîtina min ev nêrînek bêkêr û ji nezanînê jêdera xwe digre. Wê demê ziman wekî kevin yê bibe zimanê axaftinê, nabe yê nivîsandinê. Qanûn û quralên zimanê nivîsandinê hene. Jixwe yê Kurdiyê bi zêdahî pêşyên me kifş kirine. Tenê em bikaribin kêmekî serê xwe biwestînin kifş kirina wan qet jî ne zehmete.
- Mînakek din; em ji ‘Birêycîtîya’ tirkî re “ Ezezî” bikartînin. Heke qural û qaîdê ziman hemanbin wê demê ne “ezezîye, ezvantî ye.” “ezvan, kesvan û w.d. Îstîsna hene, di hemû zimanan de hene. Lê, nabe zimanek hemû îstîsnabe.
- Mînak; derdora me ji “duyarlîlîka” tirkan re “hestyar” dibêjin. Başe “yar” di zimanê kurdî de hes kirine. “Hest” jî em “duygu” qebul bikin, wê demê “hes kirina hestan” derdikeve holê. Tu bi qedrê Apo kî; çi eleqeya vê peyvê û wateya bikartînin bi hev re heye?
- Min gotya: Kêmasiya lêkolînê û ji xwe razîbûn heye. Nixwe eve Melayê Cizerî. Zilam ji berya niha 500 sala jiyanbûye û em hemû wekû zimanzan û zanyarek mezin dipejirînin. Wekî Celadet ne ji berya 50 salaye jî.
- Zilam di pirtûka xwe de ji “duyarlîlîkê” re gotiye “bihes” ji duyarsizîîyê re jî gotiye; “nahes”. Koka peyvê jî raste. “hes, hîs” ji bihîstinê tê. Daçeka “ bi” dikeve dibe “hes” an jî “hîs”.
H. GABAR