13 Ocak 2012 Cuma

Romana Hewar Gaba "Dîcle Xemgîn Diherike" derket!

Romana Hewar Gabar "Dîcle Xemgîn Diherike" û ya Musin Özdemir "Sêtilîlî" ji Weşenxaneya Ronahî derketin!
ROMÎ HATIN, ROMÎ HATIN!



(Beşa Yekem)



Bayek hunik û nerm bayê çiyan, wekî lêketina destê yarek nazdar bidayîna hêstek bê emsal rûyê mirov diferikîne û derbaz dibe. Herikîna bayê, humênek û gumênekî bidol û mesîlên çiyayên Bêrmê têxe û ev deng wekî melodramekî ni­ş­tecihên vêdê ewqas şad û bexteyar dike kû bipeyvan nayê bilêv kirin. Rê û rêbarên wekî werîsek şehitî yên li derdora gund, dîrokek bihezaran sal ratêxe ber çavan. Rêkên şivan, gîskvan, gavan, cotkaran û feqan. Gundî, ji van rêkên pir û ji korbûyînê re rû girtîn re dibêjin;'' rêkên feqan''. Jiberiya de­mek pir kurt melayek bi navûdeng û pir zana ji vî gundî ra­bû­ye û li vî gundî zankoyek ya şerî-etê damezrandiye. Pir caran  jimara talibên wî xwe li pênçsed kesan daye û ji wê sedemêye kû ev gundê di nav çar çiyan de, ji tevayê ciwanên çar aliyê Kurdistan'ê re bûye qest. Piraniya van rêkên pîr û kor jî cihê dewsên wan talibane. Ders û terwîhên xwe, di hatin û çûyîna van rêkan de jiber kirine. Bûne feqe, talib û îcaza melatiyê jî di encama çêkirina van  şopan de ji seydayê xwe wergirtine.

Demsal bihare. Bêhna axê zûde cihê xwe ji bêhna gul, nêrgiz, beybûn û terezinan re hiştiye. Dibêjîqey li vê deşitkê, li Deşta Bêrm’ê wekî hanerengînekî xwezayê pêşengaha rengan rayêxistiye. Çend gul, kulîlk û rengên xwezayê hebin di vê deştika piçûka bigir û çiyayên tûj û bilind hatî dorpêç­ki­rin de milê xwe dane hev û bi lêketina bayê re wekî vedana leylanokên li ser avê û pêlên deryayê hêstên mirovan mest û serxweş dike. Kulîlka gangilok, bihemû îhtîşam û spehîtayiya xwe wekî berxika li ber dayikê dileyîze û bê tebat himbêza wêya li ber bayê dikeve çep û rast diheje. Bêrm’a wekî heyva `çardeh şevî girover, bihêlwesta bûka yek şevî û fihêtokî lê, jêder û mizgîniya jiyanek nû di nîvê deştê de bi xemla xwe şad dibe. Dibêjîqey xwezayê ev der ji bû anfiyek ya şano bi­rêkûpêk kiriye. Bêrm dike, reng û kulîlkên derdor jî dekor û rezên bi pesarên sê aliyê wê ve jêr berbijor ve bi meyil hildi­kevin jî bibênik û levtikên xwe yên birêkûpêk, tirûbûnên temaşevanan pêktînin. Deng xweşên xwezayê, dengbêjên van çiyan şalûl, bilbil, kew û firindeyên din bidengê xwe yên di bin zanebûnê de replîkvanên vê dikêne.

Bihar li vêdê ji her aliyê Cîhanê biheybetir û biwatetir tê pêşwazî kirin. Ji ber kû şiyarbûna xwezayê li ser vê cox­rafya çiyayî jiya her derî mûhteşemtire. Gerdûn, xweza her tişt li vêdê, herî kêm biqasî mirov zindî û candarin. Ji vê se­de­mêye kû zivistan razan û destpêka biharê jî wekû berbanga beyaniyê tê pejirandin. Di dawiya zivistanek giran û sar de, xweşikbûna biharê watedartire.

Zarokên rûyê wan li ber serma zivistanê û ji dûmana daran xwe di bin rengek esmerî de veşartîn û dest û lingê wan ji seqemê terikîn, hêdî-hêdî qaşilka xwe  tavêjin û çermê xwe nû dikin. Şivanên di govan de, di nav bêhna zibil de zi­vis­ta­nek sar û dirêj derbazkirîn li ser gir û pêtiyên bilind, di bin tî­rojên rojê de bibêhna gul û sosinan keyfa biharê dertêxin û bi bê aramtiyek mezin çavê wan li rêya bêrîvanan qerimiye.

Bêrîvantî û şivantî-bêrîvan û şivan; du peyvên ef­sa­ne­wîne li van çiyan. Hemwateya evîn, spehîtayî û pir caran jî êş û kederane. Serpêhatî, çîrok, stran, rist û helbest nîne kû eva her du peyva rengê xwe tevlî nekiribe. Tûrîn û terzinên naz­dar ji bêrîvanan; evîndar, leheng û xweşmêrên mezin jî ji şi­vanan derketine li ser vê xakê. Li van çiyayên qedîm, şivan û bêrîvan timamkera peyva dewlemendî, merdîtî, camêrtî, spe­hî­ta­yî û evîndartiyêne. Ji wê sedemêye kû dengê bilora şiva-nan û la­wikên bêrîvanan melûltî, keder û eşq barkiriye. Hêstek, ji awazan wêdetir bi mirov dide jiyankirin. Dibêjîqey ji bajarên xi­rabe, ji nav dûmana gundên şewitî derdikeve û ji ber berfa yek şevî nelewitîne bilind vedide. Evîna evîndarên bê hêvî dilorîne. Lorandina dayîkên zarokên xwe windakirîn û dengê bilora şivanên evîna xwe jidest dayîn, wekî hev­temamkerê hevin. Hêstên têkilhev bimirovên çiyayî dide ji­yankirin. Eşq, nûbûyîn û têkçûyînê ewqas bi nav hev re dihû­ne kû banga nûbûyînêye, an jî qêrîna têkçûyînêye jihev nayê veqetandin. Zarok, bi loran­dina dayîkan mezin dibin û bi den­gê bilora şivanan jî evîndar dibin li vî warê kevin.

Tîrojên rojê bi ser pêtî û lotikên Gabar re rûyê ezmana nû xetdabûn. Heso’yê Şemo, şewqeyek kemalî,  milê piştê pînekirî di sêrî de, êlekê navmil qetayî di ser şalwalê Botaniyê dev delingên wî feliti di ser çaroxa bê gore de li bere û her du gayê wiyê ji ber zextên misasê xwîn di ranê wan de diherike, kerê şîn, nîr û amêrên coht lê barkirî li pêşiyê û haletê coht li ser mila, berê wî li Koza Kever di binê kaniyê de ber jêr çû xarê. Ji bilî êxtiyar, nekar û nexweşan dibe kû zilamê dawîbe ji gund vediqetê.

Gund, asêgeh bixweye. Damezrênerên destpêkê yên vî gundî; mîsoger dayîka komkervan û zilamê nêçîrvane. Bi demê re, bi zêdebûyîna toxmê mirov re kedîkirina lawiran û lawirvantiyê serî kişandiye li vê asêgihê. Ji bû têrkirina zikê xwe, gundiyan dehl û zeviyên ji gund pir dûr jî bikaranîne. Di be kû psîkolojiya xwe parastinê jî di ava bûna gund de bandor­vanbe. Jixwe ziving û zozan, du peyvên dijberin. Ziving şkef­tên lawirvanan yên zivistanêne û zozan jî warên hunik, têr av û çêreya bijûn ya havînêye. Ankû zozan havînî û ziving jî zi­vistaniye. Ji bû koçeran, du warên jênegerin. Rayên, jiyanê didin koçertiyê ev her du warin.

Bêrîvan, wekî her roj dîsa di nav liv û tevgara xwe amade kirinê de bûn. Kevaniyên kêrhatî zûde dewê xwe kewandine, nîvişkên xwe bicêh kirine û meşka xwe jî şuştine. Yên dereng jî mayîn kilên dawî li meşkên xwe didin. Xaleta Bendê, jinek navser, esmer û dirêje. Kêmek jî kinoj û destgir­tiye. Dewê kewandî berdaye di sîtila sifir de û pê heskoya bê merîs nîvişka serketî kom dike. Kurê wê Birho, doza nîvişk dike kû deyne ser nanê genimê tenorê. Birho, xwe dikin-kinîne û wekî perwanê bi dora dayîka xwe û sîtila sifir re dizi­vire. Ji ber kû ev toreyek bû; li vî gundê aboriya xwe pesartî lawir û lawirvantiyê. Her dayîka kû nîvişk bi ser dewê xwe re digre, kêmekî li rûyê qetek nan dide û zarok jî bikelecanek bê hempa xwe li kolanên gund dide. Nizanim çima, lê niyeta Xa­leta Bendê vê sibhê nîne kû vê toreyê bicêh bîne. Ya Birho jî tênegihiştî û bêzar dike eve. Lê, dawî ji ber kû xaleta meya piştî kêmek din here bêriyê û bileze; têkçûyîn pejirand. Li gel lêdana heskoyekî kêmek ron li rûyê qetek nan da û bi usula Bendikî hinek nifîn jî di ser de barandin û bivî awayî bela wî ji xwe vekir.

Êdî roj hatiye cihê danûpeza. Jixwe lezgînitiya bê­rî­van jî ji ber vêye. Bayê başûr rûyê genimê têr zibil û zexim diferikîne û derbaz dibe. Rûyê genim wekî pêlên Gola Wan’ê nivz û bilind dibe. Zarokên ketîn diziya behîvşînkên Berereş, di bin barana kevirên Yadê Fatê de ji xwe re li rêyek ya revê digerêne. Za­ro­kên, wekî berxikên biharê dileyizên û belawela direvin,Yadê Fa­tê hewlek bê emsal di de kû wan bi hev re, komikî bîne nav gund û bi vî awayî çavên zarokên din yên dizker jî bitirsîne. An­kû bi kevirekî du çûkan bêxe.

Piştî kêmekî zarokên daw şewitî, pêxwas, rû qemitî, hil-hil li ser dilê wan ketî, her yekî ji aliyekî ve ketin nav gund. Îro jî nêçîr serkeftî derbaz bibû. Wekî generalên ser­kef­tin bidest­xis­tîn, li bejna xwe ya kiras qetayî dinêrin û bi hev dikenin. Yadê Fatê, hê dest ji têkoşîna xwe bernedaye û wisa diyare kû bihêsa­nî jî dest jê nahêle. Her dijonekî dike, kevir pê têne xarê û kolan bi kolan wan tajo. Lê, di armanca wêya teybet de Cengo heye. Kerba wêya ji Cengo, ne tenê behîvşîn­kên Berereşin; doh serê neviya wê jî şkandiye.

Bangdana dîkên pêşiya nîvro, zirêna keran, qide-qida mirîşkên nû hêk kirîn dengê dijonê Yadê Fatê didewisandin. Ji nişkan ve qîr ket nav zarokan! Lê dîsa jî Cengo, bi gotina Yadê Fatê; Çengo, serkêşî ji kesîre berneda. Ewil ewî hewar kir! Jixwe ev ji bû wî keysek jêneger bû. Bi kevirekî du çûk dikuştin; hem ji êrîşa Yadê Fatê rizgar dibû û hem jî rastiya dibin zanebûna wîde pêkhatî diqîriya!

‘’ Romî hatin!... Romî hatiiinnn...!!''